Abstract

Îbnu'l-Ezreq el-Fariqî di sedsala XII'an da, di serdema Artûqîyan da, jîyaye û di dezgehên rêvebirîya dewletê da xebitîye. Fariqî di berhema xwe ya bi navê Tarîxu Meyyafariqînê da derheqê çand û şaristanîya kurdên Merwanî da gelek agahîyên girîng dane. Ev berhem di warê siyasî, sosyolojî, mîmarî, hiqûq û aborîyê da dikare gelek alîyên vê serdemê ronî bike û rê li ber xebatên nû veke. Di vê xebatê da agahîyên di warê çand û şaristanîya kurdên Merwanî, yên ku di Tarîxu Meyyafariqînê da derbas dibin, hatine tesbîtkirin û şîrovekirin. Di vê çarçoveyê de di warê rêvebirîya dewletê de taybetîya mîran û şewaza derketina wan a ser textê mîrîtîyê, taybetî û peywirên wezîr, walî û karê nivîsvanan, taybetîyên pergala hiqûqê û qazîyan û rê û rêbaza darizandinê hatiye vegotin. Derheqê artêşa kurdên Merwanî û çekên ku di vê artêşê da hatine bikaranîn da agahî hatine dayîn. Behsa kevneşopî û tore, bîr û bawerîyên di serdema kurdên Merwanî da hatiye kirin. Herwiha agahîyên derheqê avahîyên mîmarî yên ku li vê serdemê hatine çêkirin da û çalakîyên di warê aborî û bazirganîyê û weqfên alîkarîyê da hatine tesbîtkirin û şîrovekirin.

Full Text
Paper version not known

Talk to us

Join us for a 30 min session where you can share your feedback and ask us any queries you have

Schedule a call