Abstract

Ev gotar mijara “ji aliyê wateyê ve cureyên risteyan” vedikole. Riste ku yekeyên sereke yên bingehîn ên zimên in, di rahigandinê de bi roleke giring radibin. Riste, amûrên sereke ne ku ji bo derbirîna ramanan, agihandina agahiyan û veguhastina wateyê tên bikaranîn. Lewra xebatên li ser curbicurî û wateyên risteyan giring in ji bo mirov fam bike bê ziman çawa dixebite. Di vê nivîsarê de em li ser binyad û fonksiyonên risteyên ji aliyê wateyê ve cuda dixebitin û mînakên wan ji Mem û Zîna Ehmedê Xanî didin. Risteyên ku ji aliyê wateyê ve dikarin ji hev bên cudakirin ev in: Risteya agihandinî (declarative sentence), risteya pirsê (interrogative sentence), risteya fermanî (imperative sentence), risteya baneşanî (exclamatory sentence), risteya mercî (conditional sentence) û risteya daxwazî (wish clauses). Her yek ji wan bi fonksiyoneke wateyî ya cuda têkariyê li ragihandinê dike. Armanca vê nivîsarê ew e ku wate û bikaranîna van cureyên risteyên rave bike. Ji minakên Mem û Zînê jî dixuye ku curbicuriya risteyên ji aliyê wateyê ve jihevcuda atmosfereke zindî dide vegêranê û dike ku hemû hestên di vegêranê de veguhêze guhdar û xwîneran

Full Text
Paper version not known

Talk to us

Join us for a 30 min session where you can share your feedback and ask us any queries you have

Schedule a call

Disclaimer: All third-party content on this website/platform is and will remain the property of their respective owners and is provided on "as is" basis without any warranties, express or implied. Use of third-party content does not indicate any affiliation, sponsorship with or endorsement by them. Any references to third-party content is to identify the corresponding services and shall be considered fair use under The CopyrightLaw.