Abstract
Piştî gelek trajedîyên ku di sedsala nozdehan da pêk hatin, têgeha "trawma"yê ji maneya ‘birîna laşî’ maneyeke firehtir û di heman demê da pîvaneke navdîsîplînî jî bi dest xist. Nîqaşên li ser têgeha trawmayê her ku çû berfirehtir bûn. Ji bo danasîna şert û mercên psîkolojîk hat bikaranîn ku berê nehatibûn teşxîskirin. Qazîyên ku ji Şerê Cîhanî yê Yekem û yên ku ji Vîetnamê vegerîyabûn; şahid û mexdûrên Holokoustê, kolonîzekirina Afrîkayê û postkolonyalîzm, gelek şerên berdewam, statuya gelên bindest, şexs û kolektîfên xwedî dezawantaj, guhertinên avûhewayê, femînîzm û gelek meseleyên civakî yên din bûn fokûsa xebatên trawmayê. Lêkolîner û rexnegiran, ji xeynî psîkolojî û psîkanalîzê di gelek warên din da jî gelek mesele di çarçoveya trawmayê da hilsengandin. Yek ji wan qadan jî edebîyat bû. Bi taybetî li gorî lêkoler û rexnegirên edebîyatê, hêza edebîyatê hebû ku bûyerên trawmatîk û bandorên wan ji konteksta wê ya rasteqîn derxe û di nav fîksîyonê da temsîl bike; aqlêselîm û empatîyê saz bike; bandora pakkirinê ya vegêranê bi kar bîne, nivîsê û xwendinê wekî alaveke şîfayê bi kar bîne. Mafê axivtinê bide êndin. Di vê xebatê da hat armanckirin ku di çarçoveya lêkolînên trawmayê da pênc romanên Bextiyar Elî yên bi navê Hinara Dawî ya Dinyayê, Qesra Balîndeyên Xemgîn, Êvara Perwaneyê, Bajarê Mosîqarên Spî û Apê Min Cemşîdxan Ku Hertim Bê Li Ber Xwe Dibir di konteksta rêyên pakkirina trawmayan da bên hilsengandin. Ev xebat di her pênc romanan da rêyên pakkirina trawmayan çi ne, wan rêyan vedikole û pê ra jî trawmaya van romanan vedikole bê ka ji bo pakkirina trawmaya gelekî çi erkê didin ser pişta xwe. Di encamê da eşkere bû ku karakterên Elî tu caran derfetên therapeutic (terapotik) û psîkyatrîk ên pakbûnê bi dest naxin û bi rêya: rêwîtî, hogirtî, şîngirêdan û nivîsîne pak dibin.
Published Version
Talk to us
Join us for a 30 min session where you can share your feedback and ask us any queries you have