Abstract

Kurd yek ji neteweyên qedîm ên Rojhilata Navîn in û bi ereb, fars, ermen û tirkan re cîrantîyê dike. Ji ber vê yekê çavkanîyên Rohjilata Navîn di serî de di gelek çavkanîyên neteweyên din de jî agahîyên derbarê kurdan de tên dîtin. Bi taybetî jî têkilîyeke xurt a van netewên cîran bi kurdan re çêbûye. Di encama vê têkilîyê de van gelên navborî di çavkanîyên xwe yên nivîskî de derbarê dîrok, çand, erdnîgarî, ziman û edebîyata kurdan de jî agahî dane. Seyahatname an geştname ew berhem in ku ji alîyê gerokan ve hatine nivîsîn û di wan de gerokan behsa cihên dîtine û lê gerîyane kirine. Ewlîya Çelebî jî gerokekî navdar ê tirkan e û di jîyana xwe de li gelek bajar, welat û deverên cuda gerîyaye û di dema gera xwe de tiştên ku dîtîne nivîsîne. Ewlîya Çelebî di encama gerên xwe de berhemeke 10 cîldî ya bi navê “Seyahatname” bi tirkîya Osmanî nivîsîye. Ewlîya Çelebî di ger û geştên xwe de li heremên kurdnişîn jî gerîyaye û kurd ji nêz ve nas kirine. Çelebî bi taybetî di cildên sêyem û çarem ên Seyehatnameya xwe de cihekî berfireh daye kurdan û di van herdu cildan de behsa ziman, erdnîgarî, bawerî, adet û tore, çand û edebîyata kurdan kiriye. Di vê xebatê de dê li ser şopên ziman û edebîyata kurdî ya ku di Seyehatnameya Ewlîya Çelebî de derbas dibe dê bê rawestîn û ev berhem dê weke çavkanîyeke bîyanî bê nirxandin.

Talk to us

Join us for a 30 min session where you can share your feedback and ask us any queries you have

Schedule a call

Disclaimer: All third-party content on this website/platform is and will remain the property of their respective owners and is provided on "as is" basis without any warranties, express or implied. Use of third-party content does not indicate any affiliation, sponsorship with or endorsement by them. Any references to third-party content is to identify the corresponding services and shall be considered fair use under The CopyrightLaw.