Abstract

Ev gotar li ser hunerên wêjeyî yên ku di dîwana Mela ‘Ebdullahê Babnîrî da hene ye. Babnîrî şexsîyetekî alim, nivîskar û wêjenas e. Di serî da wek beşa yekemin derbarê Mela ‘Ebdullahê Babnîrî da agahî hatîye dayîn. Di dû ra jî bi awayekî gelemperî behsa Dîwana wî hatîye kirin. Piştî van agahîyan wek beşa duyemîn li ser hunerên di dîwanê da hene hatîye rawestandin. Ji bîst heb zêdetîr huner di vê gotarê da hatîye şîrove kirin. Piştî nirxandina huneran encama gotarê tê. Dîwana Babnîrîyî ji alîyê naverokê jî û ji alîyê hunerê jî gelek dewlemend e. Mela ‘Ebdullahî helbestê ji bo çareserkîrina derdên civakê û gelî gotîye. Ji sedem vê taybetîyê helbestên xwe li ser mijarên ji gel ra girîng e gotîye. Ji bo bandorê li xwendevanê xwe bike cur cur hunerên wêjeyî bikaranîye. Di nav hunerên ku wî di helbestên xwe da îcra kirîye herî pir teşbîh, îstîare, kînaye, mecaza eqlî, mecaza mursel, telmîh, mubalexe, tîbaq û cînas e. Bêyî van huneran jî hunerên edebî hene lê belê bi qasî yên me li jorê got nînin.

Talk to us

Join us for a 30 min session where you can share your feedback and ask us any queries you have

Schedule a call

Disclaimer: All third-party content on this website/platform is and will remain the property of their respective owners and is provided on "as is" basis without any warranties, express or implied. Use of third-party content does not indicate any affiliation, sponsorship with or endorsement by them. Any references to third-party content is to identify the corresponding services and shall be considered fair use under The CopyrightLaw.