Abstract
Şerê Gamêşvanê yek ji wan bûyerên dîroka Kurdî ye ku di destpêka sedsala 20em da qewimiye û bûye sedema kuştina gelek însanan. Ji ber ku di encama vî şerî da gelek însan hatine kuştin, karbidestên dewletê yên wê hingê bi awayekî cidî li ser meseleyê rawestiyane û xwestine bêtir tedbîr bên wergirtin da ku rêtina xwînê dewam neke. Herweha vê bûyerê rengê xwe daye kilamên dengbêjan jî. Îja di vê gotarê da bi metoda wesfî û berawirdî hewl hatiye dayîn ku li ber roniya wesîqeyên arşîva Osmanî û herweha kilamên dengbêjan ew yek were fêmkirin ka ev şerê ku di sala 1907an da li gundê Gamêşvanê qewimiye, ji ber çi sedemê derketiye û di vê babetê da wesîqeyên dîrokî û kilamên dengbêjan ji hevdu digirin yan na. Di vê çarçoveyê da ev wesîqe û kilam hatine berawirdkirin û analîzkirin. Di encama vê lêkolînê da hatiye tesbîtkirin ku yekane fikar û tatêla peywirdarên dewletê yên di belgeyan da diaxivin, bi tenê pergala qamûyê û îstiqrar e, qet serê xwe pê neêşandine yan jî ji bo wan giring nebûye ka çend kes û ji bo çi hatine kuştin. Lê di kilaman da salixê meydana şerî hatiye dayîn û leheng tevî wesfên xwe hatine nasandin.
Published Version
Talk to us
Join us for a 30 min session where you can share your feedback and ask us any queries you have