Abstract

Çîrokên gelêrî û vegêran du çemkên pir peywendîdar ên edebî ne. Carinan mimkûn e di şûna hev de jî bên bikaranîn. Di eslê xwe de vegêran ji çîrokê berfirehtir e. Loma asayî ye ku carinan ji bo çîrokê vegêran jî bê gotin. Çîrok jî weku vegêraneke devkî yan jî nivîskî reh û rîşên xwe yên pir kevin hene. Heta berî ku çîroka modern ji aliyê vegêranê ve bê xurtkirin û bi gelek pêlên weku modernîzm û postmodernîzmê ve bê dewlemendkirin, çîroka klasîk yan jî gelêrî bi piranî li ser binyateke vegêranî ya sade dihat ristin. Lê ev sadebûn weku stûnên sereke yên vegêranê ne ku her dem di nav deqeke honandî de xuyane. Ev çar stûn weku vegêr/çîrokbêj, karakter, rûdan, dem û cih dikarin bên binavkirin. Me di vê xebatê de çîrokên gelêrî yên Kurdî xisûsen ji aliyê stûna çarem a vegêranê (dem û cih) ve nirxand û di encamê de em gihiştin tîpolojîyeke dem û cihî ya çîrokên gelêrî yên Kurdî. Di vê nirxandinê de me weku rêbaz di hilbijartina çîrokan de senifandina Aarne-Thompson bingeh danî û ji aliyê xurtbûna vegêranê ve di nav çîrokên çapkirî yên Kurdî de piştî xwendineke giştî 18 çîrok hilbijartin. Herwiha di lêhûrbûna dem û cihî ya çîrokan de jî me xisûsen xebata Gerard Genette, Seymour Chatman û Marie-Laure Ryan bingeh girt.

Full Text
Paper version not known

Talk to us

Join us for a 30 min session where you can share your feedback and ask us any queries you have

Schedule a call

Disclaimer: All third-party content on this website/platform is and will remain the property of their respective owners and is provided on "as is" basis without any warranties, express or implied. Use of third-party content does not indicate any affiliation, sponsorship with or endorsement by them. Any references to third-party content is to identify the corresponding services and shall be considered fair use under The CopyrightLaw.