Abstract

Ev xebat derbarê temaya mirin û piştî mirinê di hizra Feqîyê Teyran de hatiye kirin. Di vê gotarê de me armanc kirîye ku bi çend helbestên ji dîwana Feqîyê Teyran hatine hilbijartin em temaya mirin û piştî mirinê bidin ber xwe. Li gorî helbestên li ber dest em dê hewl bidin ku fikr û hizra Feqî ya di derbarê axretê keşf bikin û bibin xwedî hin agahî. Temaya teslîmbûn û mirinê yek ji hizra sereke ye d edebîyata kurdî ya klasîk de. Derbarê vê mijarê de Feqîyê Teyran gelek nimûne dane û em ê jî di vê xebatê de li ser van nimûneyan bixebitin. Di encamê de jî em dibînin ku Feqîyê Teyran helbestên xwe ji bo şîretkarî û hişyarkinê nivîsîye. Bi rêya helbestan ve dixwaze xema xwe ya civakî derxîne pêşberî me û dixwaze civat dev ji hewes û zewqên dinyê berde. Wî helbestên xwe wekî mertaleke îmanî raspartîye civakê û ji gel xwestiye têkeve bin vê mertalê. Loma jî xema wî ya sereke di vê temayê de hişyarkirina rasteqîn ya alema bêdawî ye.

Full Text
Published version (Free)

Talk to us

Join us for a 30 min session where you can share your feedback and ask us any queries you have

Schedule a call