Abstract

Ev gotar behsa pênasekirin, geşepêdan û pêwendîya folklorê bi modernîteyê re dike. Her çiqas folklor bi çanda civakê re girêdayî ye û cureyên vegotinên gelêrî yên wekî çirok, stran, gotinên pêşîyan, nifir û yên din di nava xwe de dihewîne jî, di heman demê de gîyanê miletekî jî îfade dike. Lewre bandora folklorê li ser çanda civakê kûr û cihêreng e. Ew bi guhertina şert û mercên civakî re kirasên xwe diguherîne û bi demê re xwe diguncîne. Pêvajoyên dîrokî yên ku di tevahiya gotarê de hatine vekolîn nîşan didin folklor diyardeyek qewiye û ji ber faktorên wekî nûjenbûn, konjektûrel û danûstendinên di nava gelên ji hev cûda de, pêşketiye û guheriye. Ev gotar tevî ku analîz û pênaseyên der barê folklorê de bihev tof kirîye, balê dikşîne ser wê yekê ku ka folklor di dewrana dîrokê de çawa guherîye, wê bandoreke çawa li modernîteyê kirîye û di çarçoveya çandî de cihê xwe bi çi awayî dihewîne.

Full Text
Published version (Free)

Talk to us

Join us for a 30 min session where you can share your feedback and ask us any queries you have

Schedule a call