Abstract

Qehwexane li Rojhilata Navîn ji sedsala 16emîn vir ve yek ji mekanên sereke yê jiyana civakî ne. Qehwexane tucar nebûn cihên hevdîtinên jirêze. Zemîna ku qehwexaneyan avadikir bo rayedarên sîyasî tim endîşe diafirand. Vegûherînên siyasî û civakî qada bandora qehwexaneyan berfirehtir kir. Di sedsala 19emîn qehwexane qada giştî ya herî bitesîr bû. Di dawiyên sedsala 19emîn û destpêka 20emîn li Stenbolê qehwexaneyên Kurdan ne tenê ji bo danûstandinên civakî bo geşedana ramanên neteweyî jî xwedan roleke girîng bûn. Qehwexaneyên serdemê weke yekem qadên giştî yên polîtîk ên Kurdan derdikevin pêşberî me. Qehwexaneyên Stenbolê bo Kurdên Stenbolê navendên hevgirtinê bûn bo neteweperweran jî qadên xwezayî yên propagandayê. Di vê xebatê de tesîra van qehwexaneyan hatiye vekolîn. Fonksîyona wan a li, ser geşedana nasnameya neteweyî û jiyana rewşenbîrî ya Kurdan hatiye ravekirin.

Full Text
Published version (Free)

Talk to us

Join us for a 30 min session where you can share your feedback and ask us any queries you have

Schedule a call