Abstract

Ziman gelek kirde û kiryaran radigihîne. Ew kirde, çi rasterast bihên ragihandin, an jî bi rêya hawirdorê hest pê bê kirin. Yek ji wan fakterên ku bi zengînkirina zimanî radibe pragmatîk e. Hoşdarîkirin sereketirîn kirdeya pragmatîkê ye, û roleke giring di nava zimanî da heye, bi şêweyeke taybetî, herwesa bi şêweyeke sertaserî rola xwe di nava civakê da dibîne. Çimkî ev kirde bi hoşdarîkirina komelgehê radibe, da ku bihêne parastin û dûrkirin ji ewan kar, kiryar, reftar û hizrên neguncav, ewên heyîn û dê hebin. Ev kirde di hemû mecalên jîn û jîyanê da dihêne bikaranîn. Gotinên mezinan, ew gencîneyên bi qîmet in, ku mayîndeyên ji bab û kalên me ne. Ew nexşeyên xwecihî ne, ew in ku heta îro jî qîmeta wan kêm nebûye, berewajî bihêztir lêhatîye û bûye tovê hemû kûr û danîştinên rewşenbîrî û asayî. Çimkî axêver ji bo selimandin û bihêzkirina axiftinê, û çendîn meremên din penayê ji bo vî janrê folklorê dibe. Kirdeya hoşdarîkirinê ji hêla formê ve kurt û sivik e, lê di warê naverokê da peyamek kûr û kêrhatî heye. Ev xala hevpar e, di navbera kirdeyê û gotinên mezinan de. Çimkî ev beşa edebîyatê ji hêla ruxsarê ve kurt e, û xwedî naverokeke kûr e, ev çende di pragmatîkê da rolek mezintir dilîze. Bi vê wateyê ev her du cure derbirînê ji naverokek berfireh dikin bi rêya kurtasîyê. Herweha amanca van xizmetkirina civakê ye, da ku hişmend bin û dûr bin ji nexweşî û belayan.

Full Text
Published version (Free)

Talk to us

Join us for a 30 min session where you can share your feedback and ask us any queries you have

Schedule a call