Abstract

Yek ji mijarên sereke ya derûnnasiya civakî; helwest e. Têkiliya di navbera helwestê û reftarê de her tim bûye mijareke taybet ji bo pêşbîniya tevgerên civakî yên takekesan. Xebatên berbiçav ên li ser helwest û reftarê nîşan didin ku helwest reftarê dişopîne. Anku pêşî reftar tê ceribandin piştre ew dibe helwest. Di xebata ku hatiye kirin (N:177, M:29,3) de şopa wekî reftar bandora tevlêbûna atolyeyên zimanê Kurdî, li ser helwestên di derheqê axaftina Kurdî û bikaranîna Tirkî de hatiyê lêkolînkirin. Di heman demê de wek reftar di axaftina Kurdî de bertekên beşdaran di hin rewşên anksiyetîk de hatine pîvîn. Di encamê de li gorî bikaranîna zimanê Kurdî ya li derve, beşdarên ku wek reftar tevlê atolyeyên zimanê Kurdî bûne, axaftina zimanê Kurdî reftareke polîtîk dibînin û her wiha pêdivî bi axaftina Tirkî nabînin û Tirkî zimaneke hevpar nabînin. Di rewşên anksîyetîk de jî kesên ku tevlê atolyeyên zimanê Kurdî bûne li gorî yên nebûne zêdetir axaftina Kurdî reftareke politîk dibînin ev jî li gorî korelasyonên di navbera guherbaran de asta anksiyeteyê bilind dike.

Full Text
Published version (Free)

Talk to us

Join us for a 30 min session where you can share your feedback and ask us any queries you have

Schedule a call