Abstract

İhsan Sureyya Sırma, di sala 1944an da li Xesxêra Sêrtê hatîye dinyayê. Ew îlahîyatnas û seyyah e. Wi di jîyana xwe da gelek berhem nivîsandine. Mijara berhemên wî bi piranî li ser dîroka Îslamê ne û çend berhemên wî jî wek berhemên edebî têne qebûlkirin. Ew piştî ku li Parîsê doxtora xwe diqedîne vedigere welatê xwe di demeke kurt da li Tirkîyeyê û li dinyayê tê naskirin Gelek kes di bin tesîra kesayeta wî û berhemên wî da mane. Ew ne kesek edebîyatnas e lê wî du pirtûkên helbestan û sê pirtûkên wek edebî têne qebûlkirin nivîsandine. Her çiqas ew bi eslê xwe Kurd e û zimanê dayîka wî jî kurdî ye wî, berhemên xwe bi Tirkî nivîsandin e. Tenê berhema xwe ya bi nav ê “Sen Geldîn” xwe bi xwe wergerandîye zimanê dayîka xwe. Zimanê wî zimanek hêsan û herikbar e. Ew ne tenê zimanê Kurdî û Tirkî dizane, di gel van zimanan wek Erebî û Fransizî û gelek zimanên din jî dizane. Taybetîya wî ya herî muhîm ew e ku ew, him rojhilatanavîn nasdike him jî Avrûpayê. Di vê gotarê da jîyan û berhemên İhsan Sureyya Sırma yên edebî hatine nasandin û kesayeta wî ya edebî hatîye nirxandin.

Full Text
Paper version not known

Talk to us

Join us for a 30 min session where you can share your feedback and ask us any queries you have

Schedule a call

Disclaimer: All third-party content on this website/platform is and will remain the property of their respective owners and is provided on "as is" basis without any warranties, express or implied. Use of third-party content does not indicate any affiliation, sponsorship with or endorsement by them. Any references to third-party content is to identify the corresponding services and shall be considered fair use under The CopyrightLaw.