Abstract
Carînan şair di şi’rên xwe de berê xwe didin hinek hunerên edebî ku bi wê şêwe û bi wê cureyê di şi’rên şa‘irên dîtir de nayêne dîtin. Şi’rên muweşşeh jî yek ji wan hunerên edebî ye ku ji teref kêm şa‘iran ve hatiye bikaranîn. Muweşşeh ji ber ku weke şi’ra akrostîş dihê bilêvkirin, bes weke ji herfên serê misrayan derxistina navan dihê famkirin. Lê di mînakên edebiyata klasîk de sûdwergirtina ji herfên şi’rê cureyeke muweşşehê ye û jî muweşşehên dîtbarî yên weke di şiklên balindeyan û daran, muweşşehên çargoşe û grover jî sûd hatiye wergirtin. Ev xebat şi’ra muweşşeha a Şêx Tahirê Şûşî ya bi navê "Mûma Dilî" vedikolîne. Li ser vê, pirsa xebatê ev e; di edebiyata Kurdî ya Klasîk de zêdahî li cureyên şi’ra muweşşeh bûye an nebûye û şa‘irên edebiyata Kurdî ya klasîk hunerên edebî ava kirine an nekirine. Rêbaza xebatê lêgerîna lîteratorê ye û çerçoweya xebatê bi şi’ra muweşşeh a bi navê "Mûma Dilî" ya Şêx Tahirê Şûşî hatiye sînordarkirin. Di encamê de hate dîtin ku; şi’ra Şêx Tahirê Şûşî ya bi navê "Mûma Dilî" cureyeke nuh ya şi’ra muweşşehê ye û di vê şi’rê de hinek hunerên edebî hatine bikaranîn ku di berhemên rewanbêjîyê de kêm dihên dîtin an nayên dîtin.
Published Version
Talk to us
Join us for a 30 min session where you can share your feedback and ask us any queries you have
Similar Papers
Disclaimer: All third-party content on this website/platform is and will remain the property of their respective owners and is provided on "as is" basis without any warranties, express or implied. Use of third-party content does not indicate any affiliation, sponsorship with or endorsement by them. Any references to third-party content is to identify the corresponding services and shall be considered fair use under The CopyrightLaw.